KATEGORİLER
Sepetiniz

Ber bi Binxete ve Rojniviska Rojava

Ber bi Binxete ve Rojniviska Rojava
  • Ürün Kodu: 9786055279288
  • Yayınevi/Marka: Avesta Yayınları
  • Yazar: Fatma Savcı
  • Stok Durumu: Stokta yok
FİYAT
16,94TL
Vergiler Hariç: 16,94TL

Fatma Savci çû li Kurdistana Rojava geriya, ji encama wê gerê ev kitêb derket: Ber bi Binxetê ve / Rojnivîska Rojava. 3 çapên kitêbên kitêbê bi 3 bergên cihê bi hev re derketin. Tîraja her çapê 1000 (hezar) heb e. Kitêb 212 rûpel e, foto jî tê de cî digrin û ji bo ku herkes karibe bixwîne, buhayê wê tenê 5 lîre ye. Civaka kurd ji her alî ve civakeke derengmayî ye. Sedsala 20an ku bi sedan dewlet hatine avakirin, ji bo kurdan perçebûn bi xwe re aniye. Hedefa xetên têlan ne tenê beskirina welatê kurdan e, bi wan sînoran xwestine hismendî û bîreweriya civakekê jî têk bidin. Lê tevî ku nêzîkî sed salî û çend nifs di ser re derbas bûne jî, ew di mêjî û muxayila her kurdekî de "serxet" û "binxet" e, "jêr" û "jor" e. Û vêga, îro; tu hukmê wan sînoran nemaye.Welatê me, rojavayê Kurdistanê di merhaleyeke dîrokî re derbas dibe. Her tist li ber çavan e. Em dibînin, têdigihin, giringiya wê ferq dikin, lê mixabin tenê temase dikin, me bixwe, xwe li derveyî lîstika jiyanê histiye.Fatma Savci wek kurdek, bi vê rola temasevaniyê ne razî ye û vê carê herçiqas bê çiya jî be, xwe dispêre dest û newalên welatê xwe; dikeve ser "riyên bi talûke" ên binê xetê, di demek pir xeter de bajar bi bajar, gund bi gund, dibistan bi dibistan, mal bi mal digere û wêneyê jidil ê Rojava diksîne.Fatma dibîne, nîsan dide, balê diksîne ser meseleyên bingehîn û îqaz dike.Tam di wextê xwe de... Ku ne niha be kengî?

Ürün Adı: Ber bi Binxete ve Rojniviska Rojava
Ürün Kodu: 9786055279288
Yazar: Fatma Savcı
Basım Yılı: 2013
Kapak Türü:
Sayfa Sayısı: 212
Kağıt Cinsi:
Çevirmen: