KATEGORİLER
Sepetiniz

Bermayiyen Deme

Bermayiyen Deme
  • Ürün Kodu: 9786059082051
  • Yayınevi/Marka: Avesta Yayınları
  • Yazar: Mihemed Şarman
  • Stok Durumu: Stokta yok
FİYAT
13,86TL
Vergiler Hariç: 13,86TL

Duyemîn kitêba çîrokan a Mihemed Sarman di nav wesanên Avesta de derket. Yekem kitêba çîrokan a Sarman "Pirça Winda" 2010ê derketibû-Ji çîroka "Miriyên Roja Yeksemê"-Belê em du kes bûn û me herduyan jî melevanî nizanibû, lewre ne li cihê ku me lê danîbû ne jî nêzîkî vî bajarî deryayek an golek hebû. Lê me hê ji wan kesên ku li ser pista hespê xwe di halê rêveçûnê de ji qutîkeke taybet cixare dipêçan re rêz digirt. Hezkirina camêrekî li hember kevne tivinga wî, bikaranîna wî ya pisporî hê em dikirin nav kelecanê. Afîs û wêneyên kevn li çayxaneyên xewle, gotegotên li ser dezgehê erebokê cigerciyan, li pist kamyonan, lixwekirina gomlekekî nû yê Sahê Bedoyî bi vekirina sê biskokê jorîn li ser bextê res e pirça defa singa wan, fotoyên wesîkayî ku ligel berçavkên rojê li hundir hatibûn kisandin, daliqandina wêneyekî xwesjinekê li qaso menzelê kedkarê avayîçêkeran em xemgîn dikirin. Me xweziya xwe bi bayê sibê, dilopê ser pencereyan, kaniya nava gund, kevçiyê nav çayê dianî. Ne ku em ji hedê tolazî û xodbûne derbas bûbûn me berê xwe dabû aramiyê da me ev yek dixwest. Ne ji hebûna rasterast ji tunebûna lotikavêtina nav hevalan, ger û gesta metropolan, kêf û sadiya ji dil."Sarman gelek caran ji bo mijara çîrokên xwe heta bêje mijarên siyasî an civakî hildibijêre, lê bi saya zimanê xwe yê îronîk, alegoriyê xurt te'ma wêjeyî di bin barê mijarên giran de namîne; ne bi edayeka dîdaktîk, ne ku sîretan li xwendevan bike an wan ajîte bike ji bin vî barî radibe. A herî girîng Sarman bi asoyeke fireh li civaka xwe dinêre û wê bas nas dike, lewma tevî zimanê wî yê mizahî (ev mizah raste rast ji têkosîna wê ye bi êsê re tê) û hunandina hosteyî, çirokên wî ewqas serkeftî ne." -Fexriya Adsay-"Her dem, her nifs her bizav û cureyên wêjeyê di serboriya xwe de hin lawikên sûm derxistine. Sûmê wêjeya kurdî ya vê serdemê jî Mihemed Sarman e. Wî bi mîzaheke xurt, di yekem berhema xwe de ji bo cureya çîrokê asteke bilind danî. Vê carê Sarman li ser wê mizaha xurt kamilbûneke rûnistî lê kiriye."-Ferzan Sêr-(Tanitim Bülteninden)

Ürün Adı: Bermayiyen Deme
Ürün Kodu: 9786059082051
Yazar: Mihemed Şarman
Basım Yılı: 2014
Kapak Türü:
Sayfa Sayısı: 112
Kağıt Cinsi:
Çevirmen: