KATEGORİLER
Sepetiniz

Çavderiyen Barbareki

Çavderiyen Barbareki
  • Ürün Kodu: 9786056211249
  • Yayınevi/Marka: Lis Yayınları
  • Yazar: Kawa Nemir
  • Stok Durumu: Stokta yok
0,00TL
Vergiler Hariç: 0,00TL

Çavdêriyên Barbarekî, yekem pirtûka kurteçîrokan a helbestkar û wergêr Kawa Nemir, ku li dû encama nivîsandina gelek deqên kurteçîrokan peyda bûye, ji aliyê Wesanxaneya Lîsê ve hate wesandin.
Çavdêriyên Barbarekî ya ku ji heft kurteçîrokan pêk tê, bi her awayê xwe ve xuya dike ku ji pênûsa helbestkarekî zeyîniye. Kawa Nemirê nivîskarê pirtûkên helbestan ên bi navê Selpakfiros, Bîsenga Desta Dûr û Salname, di nava heft kurteçîrokên xwe yên li ser asta honandina zimanî ya kûr û pirrsax re, zimanekî ku di bîra xwe wer dibe peyda kiriye, bi awirê “yêdinbûn”ê li xwe û li cîhana li derdora xwe dinihêre, ji zemanekî berê de, bi riya bikaranîna movikên zimên, li rabirdû, li niha û li dahatûyê temase dike, zimanê ji xaka Serhedê pijiqî digire dikisîne ser asta zimanê Kurdî yê hevbes, xwe dispêre cos û perosa ku xweza didê, bi vegotineke stratejîk, bi sêwezimanekî nû, bi zimanê xwe yê xef derfetên hevoksaziya Kurdî diceribîne.
Nemirê helbestkar, pistî ku mirov li arkeolojiya peyvên deqên wî bikole, bi wê “xefkirin”a wî re toza serdeman tê dawesandin.
Çavdêriyên Barbarekî ya Kawa Nemir bi hêza deqên xwe ve di çîroknûsiya Kurdî de li ber e ku riyeke nû veke.
Ji Wesanxaneya Lîsê, pêngaveke nû ya ku sax û perên çîroknûsiya Kurdî berfirehtir dike.

Ürün Adı: Çavderiyen Barbareki
Ürün Kodu: 9786056211249
Yazar: Kawa Nemir
Basım Yılı: 2010
Kapak Türü: Karton Kapak
Sayfa Sayısı: 77
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Çevirmen: