KATEGORİLER
Sepetiniz

Dewleta Osmani u Neteweperweren Kurd

Dewleta Osmani u Neteweperweren Kurd
  • Ürün Kodu: 9786051051024
  • Yayınevi/Marka: Kitap Yayınevi
  • Yazar: Hakan Özoğlu
  • Stok Durumu: Stokta yok
FİYAT
16,19TL
Vergiler Hariç: 16,19TL
“Tirk û Kurd wek du xelkên hêja, wextekî dirêj e li Anatoliyayê bi hev re derbaskirine û mensûbê eynî dînî ne. Belê dîsa jî, xebatên aqademîk yên derheq Tirkiye, nexasim jî yên li Tirkiye çap bûne, heta demeke nêzîk ji ber sebebên tên zanîn, mijara Kurdan mixabin wer maye diqorzî û quncikan de. Ya rast, jibo fahmkirina dîroka Tirkiye û Osmanî, pêwîst e ku Kurd jî mîna parçekî muhîm ê vê dîrokê bêne dîtin. Ev kitêba dest we de, di çarçoveya “Xebatên Derheq Tirkiyeyê” de, li pêsdarên sereke yên Kurdan û li hereketên wan ên neteweperwer yên di sedsala 20an de derketine, ji nêz ve dinere û bi qasî îmkanan, girêdayî çavkaniyên pêsî dimîne, di pêvajoya dîrokî de li peywendiya navbera dewleta Osmanî û Kurdan vedinere. Çawa ku di dîroka Tirkiyê de nedîtina rola Kurdan sasîtiyek be, ew îdîya ku di seranserayî dîrokê de nasnameya Kurdî xwediyê naverokeke neguherî ye jî wer sasîtî ye. Besekî vê kitêbê bi temamî di heqê pêsveçûna nasnameya Kurdî maneya mefhûma Kurdî ya dîrokê pêde dewamî rûberî guherînê maye vedinere, û sebeba muhîmtirîna vê guherînê jî bandûra ku Kurdan ji dewletên lê jiyiyane stendine. Heta demên nêzîk, kitêbên li Turkiyê wesiyane yên derheq derketina neteweperweriya Kurdî de vekolîn kirine, bi pirranî aliyê wan ê îdeolojik li pês e. Ev jî li dijî bêterefiya aqademîk e û dibe sebeb xwendekar rast agahdar nebin. Salên dawî li pey hev derketina çavkaniyên bingehîn û li Tirkî wergerandina hin xebatên zimanê biyanî yên ku li objektîfbûna aqademîk miqate ne, kêfa meriv tîne. Bi vê rêyê xwendekar li Tirkiyê firset û sensê wî çêdibe ku bigihîje kitêbên derheq mijareke wek neteweperweriya Kurd ku ji Tirkiye û Rojhilata Navîn re, hetta ji Ewrûpa re jî mijareke pirr girîng e. Hêvîdar im, vê kitêba dest we de, derheqê têkiliyên navbera dewleta Osmanî û pêsdarên Kurdan alî me bike ku zanînên me yên hindik firehtir bike.”

Ürün Adı: Dewleta Osmani u Neteweperweren Kurd
Ürün Kodu: 9786051051024
Yazar: Hakan Özoğlu
Basım Yılı: 2012
Kapak Türü: Karton Kapak
Sayfa Sayısı: 202
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Çevirmen: Ali Karadeniz