KATEGORİLER
Sepetiniz

Dozdeh Çirk

Dozdeh Çirk
  • Ürün Kodu: 9786056211287
  • Yayınevi/Marka: Lis Yayınları
  • Yazar: Sidar Jir
  • Stok Durumu: Stokta yok
0,00TL
Vergiler Hariç: 0,00TL
Dozdeh Çirk, pirtûka duyemîn a kurteçîrokan (a pêsîn, Ariya Giyanên Stewr, Bajar, 2004) a çîroknûs û wergêr Sîdar Jîr, ji aliyê Wesanxaneya Lîsê ve hate wesandin.Dozdeh Çirka Sîdar Jîr ji neh çîrokên ku em wekî “çem-çîrok” dizanin hatiye honandin. Nivîskar ji destpêka nivîsandina xwe heta niha – ku em di çîrokên wî de jî dibînin – her dem li deriyên ku berê Kurdiya res bidin asoyên firehtir dide û ji bo vê yekê jî her dem di çîrokên xwe de di nava lêgerînê de ye.Sîdar Jîr di Dozdeh Çirkê de jî bi me dide hiskirin ku zimanê wî yê çîrokê zimanekî resen e û reng e ku bandora gelek wergerên ku wî ji Îngilîzî û Tirkî kirine rê li ber wê yekê vekiribe, da ku Sîdar Jîr bêtir hewil bide berê xwe, berê çîroka xwe û berê Kurdî bide asoyên dîtir.Di Dozdeh Çirkê de jî, Sîdar Jîr bi mijarên balkês û çîrokên ku bi awayekî surprîz xwendevên carinan li erdekî res dihêlin, carinan dikin ku xwendevan bi her du destan çavên xwe bigire fedî bike û carinan jî dikin ku xwendevan mit bibe di encama çîrokan de.Nivîskar Sîdar Jîr bi Dozdeh Çirkê li pey e ku çesnekî nû li kurteçîroka bi Kurdî zêde bike. Lewma jî ev pirtûka wî ji neh çîrokên ku hemû bi hev ve girêdayî ne pêk tê û ev yek jî di wêjeya me de gaveke nû ye.

Ürün Adı: Dozdeh Çirk
Ürün Kodu: 9786056211287
Yazar: Sidar Jir
Basım Yılı: 2010
Kapak Türü: Karton Kapak
Sayfa Sayısı: 76
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Çevirmen: