KATEGORİLER
Sepetiniz

Firdevsi'nin Şahname'sinde Kürtler

Firdevsi'nin Şahname'sinde Kürtler
  • Ürün Kodu: 9786055279172
  • Yayınevi/Marka: Avesta Yayınları
  • Yazar: Seccat Aydınlu
  • Stok Durumu: Stokta yok
FİYAT
20,02TL
Vergiler Hariç: 20,02TL

"Ferhenga Navan" derketKürtçe Isimler Sözlügü"Ferhenga Navan" ku ji aliyê Mustafa Uzun ve hatiye amadekirin, di nav wesanên Avesta de derket. Kitêb ji du besan pêk tê; navê keçan û navê lawan. Navên bi her sê diyalektên kurdî; kurmancî, zazakî û soranî, cî digrin. Mustafa Uzun di pêsgotinê de wiha behsa çîroka çêkirina vê ferhengê dike: "…Fikra berhevkirina navên kurdî ji zû de di bîra min de bû. Pistî mirina kekê min Mehmed Uzun, min xebata civandina navan bileztir kir. Dema Xwedê jê razî Mehmed nexwes bû, ew ji bo tedawiya nexwesiya xwe, li nexwesxaneya Venî Vidî ya Diyarbekrê bû. Hingê ez jî qasî 4-5 hefteyan li ba wî mam. Rojekê Dr. Fîkrî Kutlay û xortek hatin oda Mehmed. Di hembêza wî xortî de zarokekî pêçayî hebû. Dr. Fîkrî got: Berî nîv saetê keçeke vî xortî û jina wî hat dinê. Ew dixwazin Mehmed Abê navê wê lê bike. Mehmed raketibû. Fikrî ji wî xortî re got: Tu dibînî Mehmed Abê razaye, hema ez kefîlê wî, bila navê keça te Zerya be, jixwe navê keça Mehmed Abê ji Zerya ye, ew ji vî navî hez dike. Xort bisirî û pirsî, got: Wateya Zerya çi ye? Min got: Bi tirkî Deniz e. Dema Mehmed siyar bû, min jê re mesela hatina Dr. Fîkrî û xortê nû bûyî bav kir. Me dest bi sohbeta li ser navên kurdî kir. Min got, divê meriv navên kurdî digel wateyên wan bicivîne û çap bike da ku herkes bikaribe bi hêsanî ji xwe re navan hilbijêre. Mehmed li min nêrî û bi dengekî nerm got: Birako bi gotina divê nabe, hema tu ji îro û pê ve dest pê bike û navan bicivîne. Min jî hema bi carekê de got; de ji te re soz ez ê vî karê bikim. Hêvî dikim ev berhevoka navan dê alîkariya dê û bavan, xwisk û birayan, kal û pîrikan, ap û metan, xal û xaltiyan bike ku ew navekî li gor dilê xwe ji zarokên malbata xwe re, ji bînahiyên çavên xwe re hilbijêrin."

Ürün Adı: Firdevsi'nin Şahname'sinde Kürtler
Ürün Kodu: 9786055279172
Yazar: Seccat Aydınlu
Basım Yılı: 2012
Kapak Türü:
Sayfa Sayısı: 208
Kağıt Cinsi:
Çevirmen: