KATEGORİLER
Sepetiniz

Gopale Sor

Gopale Sor
  • Ürün Kodu: 9786055279523
  • Yayınevi/Marka: Avesta Yayınları
  • Yazar: Mişel Temo
  • Stok Durumu: Stokta yok
0,00TL
Vergiler Hariç: 0,00TL
Di duyemîn salvegera qetilkirina wî de em Misel Temo bi kitêbeke çîrokan bi bîr tînin: Gopalê SorDi duyemîn salvegera qetilkirina wî de em Misel Temo bi kitêbeke çîrokan bi bîr tînin: “Gopalê Sor”. Ciwanê Abdal, çîrokên Misel Temo wiha dinirxîne: Mîsel Temo di vê pirtûka çîrokan bingehên çîrokî bi temamî saz kiriye, ango wî saz û bendên çîrokan bi cih aniye. Ya rast di nêrîna min de, wî navdarî tu kêmanî nekiriye, lê belê zêde kiriye, gava ev çende çîrokên xwe bi hunereke afirandêr û bi raz û zêwek giranbuha rêz kiriye û bi hunereke çak van kesên bêkes di ristina çîrokên xwe de ava kiriye, mîna xirnikan û kûpan û dem û dîwar, sînor û zimanan. Di besên dawî de ji pirtûka xwe navdar de, jixwe ev zêdebûnek e di kurteçîroka kurdî de. Û weke diyar e jî ku çawa gava dest bi rist û hûnandinê dike bi zimanê hin leheng û qehremanên çîrokê dide xuyakirin zor û sitema dagirkeran a li ser kesanê wî bûne, çi lêdan û êskence û girtin be û çi biyanîbûn û tûnebûn û qedexekirina gel û ziman û dîrok be, ku her gav li gasîna welat pê dihisin û bi ziyan dijîn. Û ya zêde çîrokan xwes dike ew peyv û goftûgoyên rengîn an diyalogên resenî di babeta naveroka çîrokan de. Ew diyaloga ku leheng weke hizr û ramanan pêdikin. Bi bawerî helkewtî û bi zimanekî xemilandî û rapêçayî bi hest û helbestî, ya ku dibe prensîb û raza serdana nivîsandinê. Bi rastî ev gava ku nivîskar Mîsel Temo avêtiye yektirîn ji hezar gavên riya dirêj e, di riya wêje û çanda kurteçîroka kurdî de.

Ürün Adı: Gopale Sor
Ürün Kodu: 9786055279523
Yazar: Mişel Temo
Basım Yılı: 2013
Kapak Türü: Karton Kapak
Sayfa Sayısı: 64
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Çevirmen: