KATEGORİLER
Sepetiniz

Gulen Şoran

Gulen Şoran
  • Ürün Kodu: 9786055279202
  • Yayınevi/Marka: Avesta Yayınları
  • Yazar: Eta Nehayi
  • Stok Durumu: Stokta yok
FİYAT
14,63TL
Vergiler Hariç: 14,63TL

Avesta, yekem romana Eta Nehayî, sahesereke edebiyata kurdî pêskês dike: Li pey qedereke winda: Gulên Soran. Roman ji aliyê Besam Mistefa ve ji soranî bo kurmancî hatiye wergerandin.Las, nuxuriyê Wisû Axa, pistî pazdeh salan û di salvegera mirina xwe de vedigere. Gund eynî gund e, mal eynî mal e. Li deriyê hewsê dide."- Ew kî ye?- Las, kurê vê malê.Pîrejinê serê xwe hilda û li bejn û bala wî nerî. Ji tiliya piyê wî ya mezin heta serê wî. Hingî nerîna xwe guhast ser sîbera wî ya dirêj bi dîwarê pist derî ve. Sîbera Las sê caran sikestibû. Ya yekê di hêla di navbera erd û dîwêr de. Ya duyem di nava deriyê vekirî yê odeya li hember wê odeyê heta ser sînga wî sîbera wî daqurtandibû. Ya sêyem li hêla banê odeyê. Pîrejinê rûyê xwe tirs kir. Dibe ku di ber xwe de gotibe:- Ev zilamê xwar û zirav kî ye?- Tu min nas nakî? Las im, kurê mezin yê Wisû Axa. Kurê te....Di wê demê de pista pîrejinê lê bû. Penceya bêzariyê dilê wê guvast. Awireke sivik lê da û got:- Las berî çend salan mir.Hê jî girnijînê rûyê Las bernedabû.- Lê ez sax im û vegeriyame. Bi rêçika xwîna xwe de vegeriyam. Pîrejin ji vê gotinê neveciniqî. "Tu vegeriyayî?" bi çav ev pirsiyar rûbirûyî wî kir. Las bi wateya "Tu çima vegeriyayî?" wergirt.- Vegeriyam da ku kûçikên welatê min bi ser min de bireyin. Da ku kûçikên welatê min zenda lingê min bigirin." Çend rojên li malê ji 15 salên ser û esaretê jî xirabtir in. Ewqas xirab in ku ne kur dixwaze dê, ne jî dê dixwaze kur bibîne; jin û mêr, bira û bira, kur û bav, kes naxwaze hev bibîne, kes nikare li rûyê hev binere. Las gerek e biçe...

Ürün Adı: Gulen Şoran
Ürün Kodu: 9786055279202
Yazar: Eta Nehayi
Basım Yılı: 2012
Kapak Türü:
Sayfa Sayısı: 184
Kağıt Cinsi:
Çevirmen: