KATEGORİLER
Sepetiniz

Kurdistan u Prosesa İslamkirina Kurdan

Kurdistan u Prosesa İslamkirina Kurdan
  • Ürün Kodu: 9786056211232
  • Yayınevi/Marka: Lis Yayınları
  • Yazar: Şiwan Osman Mistefa
  • Stok Durumu: Stokta yok
0,00TL
Vergiler Hariç: 0,00TL
Her civakek, çi qasî rabirdûya xwe û qonaxên guherînan nas bike, ew qasî dikare li ser erdnîgariya xwe, bi dînamîkên xweserî xwe bijî û bi hebûna xwe berdewam be. Gelê Kurd ê ku bi hezaran salan e li Kurdistanê, li ser axeke berfireh jiyaye, timî bi guherînên trawmatîk re rû bi rû maye, lê tevî têkçûnên derbaskî, hatiye di vê sedsalê re derketiye. Gelê Kurd bi saya serê rewsenbîr, lêkolîner, lêgerîner û wêjevanên xwe, dîroka xwe û wêjeya xwe sal bi sal zelaltir dike. Bi vî awayî, ji bo ku di warê ronîkirina dîroka Kurd û Kurdistanê de qonaxeke din jî zelaltir bibe, lêkolîna balkês û hêja, Kurdistan û Prosesa Îslamkirina Kurdan, a ku nameya doktorayê ya Siwan Osman Mistefa ye, ji aliyê Wesanxaneya Lîsê ve hate çapkirin. Mistefa ev berhem wekî name pêskêsî Besa Dîrokê ya Fakûlteya Zanistî ya Zankoya Silêmaniyê kiriye, desteya di binê serokatiya Prof. Dr. Keykawîs Nûrî Qeftan de, her wiha ji ber rastiya ku xebatên bi vî rengî kêm hatine kirin, ev xebat bi dereceyeke bilind nirxandiye û qebûl kiriye. Ev xebat, ji bilî agahiyên li ser erdnîgariya Kurdistanê ya beriya Îslamiyetê û ew dînên ku wê demê Kurdan perestine, di warê dîrokî de reng e bê gotin ku bi tenê li ser dewra xîlafeta Xelîfe Omer e. Ji ber ku ka Îslamiyet kingê hatiye Kurdistanê û Kurd çawa bûne Misilman, di çarçoveya dîrokî de, pirseke girîng e, xwendevan dê di vê berhemê de bi gelek zanyariyên bi hûrgilî bibîne ku Kurd di serdema vê xîlafetê de hatine dagirkirin. Kurd di warê civakî, dînî û aborî de tûsî guherîneke wisa bûne, ku heta wê demê di dîroka xwe de tûs lê nebûne. Kurdistan û Prosesa Îslamkirina Kurdan a Siwan Osman Mistefa, bi zanyariyên têrtijî yên der barê vê qonaxa girîng a dîroka Kurdistanê de xwendevanan ronî dike. Bi wergera ji zaravayê Soranî bo zaravayê Kurmancî û tîpguhêziya ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî ya Ziya Avci.

Ürün Adı: Kurdistan u Prosesa İslamkirina Kurdan
Ürün Kodu: 9786056211232
Yazar: Şiwan Osman Mistefa
Basım Yılı: 2010
Kapak Türü: Karton Kapak
Sayfa Sayısı: 280
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Çevirmen: