KATEGORİLER
Sepetiniz

Kurdoloji ü Malbata Celilan

Kurdoloji ü Malbata Celilan
  • Ürün Kodu: 9786055279653
  • Yayınevi/Marka: Avesta Yayınları
  • Yazar: Metin Yüksel
  • Stok Durumu: Stokta yok
FİYAT
19,25TL
Vergiler Hariç: 19,25TL

Kitêba Metin Yüksel, "Kolana Wesengîra, Xaniyê 3, Apartamênta Hijmara 6, Êrîvan / Kurdolojî û Malbata Celîlan / Hevpeyvîn bi Celîlê Celîl û Cemîla Celîl ra" di nav wesanên Avestayê de derket.Ev kitêb ji sê hevpeyvînên dûr û dirêj bi dîrokzanê navdar û pisporê zargotina kurdî Celîlê Celîl û muzîkolog Cemîla Celîl pêk tê. Ev hevpeyvîn ji destpêka sedsala 19an heta hilwesîna Sovyêtê, rewsa kurdolojiyê li Rûsyayê didin ber çavan. Her weha di vê kitêbê de gelek pirs û mijarên girîng li ser edebiyat, dîrok û zargotina kurdî li Sovyêtê ciyê xwe digirin. Rojnameya Riya Teze û Radyoya Yêrêvanê bi bîranîn û xebatên girîng û balkês ên Malbata Celîlan tê ber destê xwendevanan. Girîngiyek vê pirtûkê jî ew e ku tevî gelek foto û tabloyên dîrokî yên neçapkirî ve tê xurtkirin. Ev kitêb ji bo xwendevan û lêkolînvanan wê bibe çavkaniyek girîng derheqê tarîxa kurd û kurdolojiyê li Sovyêtê."Kurdbûna me, kurdnasîn û neteweperweriya me di navbera çar dîwarê apartamênta me ya ser hijmara 6an bû, li ser Kolana Wesengîra, Xaniyê hijmara 3ya koka xwu avêt. Qinyata kurdbûnê me ji dê û bavê xwu, hevkar û dost û xêrxwazên xwu yên mêvanên kurd distand." Celîlê Celîl(Tanitim Bülteninden)

Ürün Adı: Kurdoloji ü Malbata Celilan
Ürün Kodu: 9786055279653
Yazar: Metin Yüksel
Basım Yılı: 2014
Kapak Türü:
Sayfa Sayısı: 208
Kağıt Cinsi:
Çevirmen: