KATEGORİLER
Sepetiniz

Lekolinen Zimannasiya Kurdi

Lekolinen Zimannasiya Kurdi
  • Ürün Kodu: 9786055279301
  • Yayınevi/Marka: Avesta Yayınları
  • Yazar: Salih Akin
  • Stok Durumu: Stokta yok
FİYAT
18,48TL
Vergiler Hariç: 18,48TL

Lêkolînên zimannasiya kurdîXebata Salih Akin a bi navê "Lêkolînên zimannasiya kurdî" di nav wesanên Avesta de derket. Ev pîrtûk encama xebat û lêkolînên 15 salan in ku min li Zankoya Rouenê, li Fransayê, li ser zimanê kurdî pêk aniye. Hin ji van xebat û lêkolînan wek gotar di konferansan de hatin pêskeskirin û hin ji wan jî wek meqale di kovaran de çap bûn. Zimanê sereke yê van lêkolînan pirranî fransî ye, çend lêkolîn bi ingilîzî û çendin jî bi kurdî derketin. Belavbûna kovaran, astengiya bidestxistina wan, û herwiha zimanê fransî ku ji bo kêm lêkolîneran re nas e li me ferz kirin ku em van lêkolînan berhev bikin, wergerînin kurmanciyê û wek pîrtûk çap bikin. Wek xwendevanên vê pirtûkê dê bixwînin, lêkolînên di vê pirtûkê de ji nêrînên normatîv dûr in. Ziman bi metod û teoriyên zimannasiyê hatiye vekolîn.Pîrtûk ji çar besan pêk tê. Naverokên wê bi pirsgirek û minaqeseyên curbecur ên zimanê kurdî re peywendîdar in. Besa yekemîn çend babetên zimanê, wek alfabeya latînî, peyvên biyanî yên di zimanê de, guherînên di zaravayê kurmancî de dikole. Besa duyemîn li ser rewsa zimanê kurdî li diyasporayê diraweste. Perwerdeya bi zimanê kurdî û pirsgirêkên kurdolojiyê babetên besa sêyemîn in. Besa çaremîn jî rola zimanê di siyaseta dagirkirin û înkara kurdan û di binavkirina kurdan û welatê wan de dikole.

Ürün Adı: Lekolinen Zimannasiya Kurdi
Ürün Kodu: 9786055279301
Yazar: Salih Akin
Basım Yılı: 2013
Kapak Türü:
Sayfa Sayısı: 296
Kağıt Cinsi:
Çevirmen: