KATEGORİLER
Sepetiniz

M

M
  • Ürün Kodu: 9786055585471
  • Yayınevi/Marka: Avesta Yayınları
  • Yazar: Şerzad Hesen
  • Stok Durumu: Stokta yok
FİYAT
10,01TL
Vergiler Hariç: 10,01TL
Yek ji nivîskarên kurdî ê herî balkês û serketî Sêrzad Hesen êdî bi kurmancî ye. Berhevokeke ku ji sê çîrokan pêk tê bi navê “M” di nav wesanên Avesta de çap bû. Ji çîrokên di kitêbê de “Gula Res” û “M” ji kitêba Sêrzad Hesen a bi navê Gula Res, “Maleke ji avê” jî ji Pîre perwaneyên êvaran hatiye girtin. Kitêb ji aliyê Besam Mistefa ve ji soranî bo kurmancî hatiye wergerandin. Wesanxane biryar daye ku hemû çîrok û romanên Sêrzad Hesen bi kurmancî biwesîne. Di dorê de “Xewnî Çalçolekekan” heye, bi navê “Xewna Pîrepindan” tê amadekirin.Besek ji çîroka M..nabêjim xaniyê xwe, niha ji vê “xwe”ya hanê pir aciz im, xwe.. xwe.. xwe. Çiqasî jê bi nefret im. Eger bikarim wê di zimanê kurdî de nahêlim û davêjim. Bila ew û sedemên afirandina wê jî hilwesin. Ew pir hestîgiran û rûres e bi taybetî ku pistî navan tê, bi baweriya min di hemû zimanan de cînaveke kirêt e. Guh bide mêrekî dema dibêje: xaniyê min, otomobîla min, jina min, tivinga min, kerê min, pêlava min… Guh bide van hemû ‘min‘ên tehl çiqasî bê çêj in. Hey du hezar tif li vê ‘min‘ê bibare. Eger mêr bizanin çiqasî bi vê ‘min‘ê sivik dibin, bêguman wê dijî wê protesto bikin û xwepêsandanan lidar bixin, wê cade û kolan pir bibin bi mêrên hêrsbûyî û wê panel û civîn saz bikirana da ku bikarin vê ‘min‘ê ji ziman rakin. Mîna mêrekî werimî bê dûrxistin. Dibe ku deh milyon kes daxwaz ji “Akademiya Kurdî” û navenda paqijkirina ziman bikin vê ‘min‘ê ji nav bibin. Wek pasayekî sitemkar, jineke dawpîs dermanxwarî bikin, hemû bi yek dengî biqîrin vê ‘min‘ê ziman têk daye û bila nemîne, bila hilwese...

Ürün Adı: M
Ürün Kodu: 9786055585471
Yazar: Şerzad Hesen
Basım Yılı: 2011
Kapak Türü: Karton Kapak
Sayfa Sayısı: 64
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Çevirmen: