KATEGORİLER
Sepetiniz

Mari

Mari
  • Ürün Kodu: 9786055279141
  • Yayınevi/Marka: Avesta Yayınları
  • Yazar: İsmail Dindar
  • Stok Durumu: Stokta yok
FİYAT
13,86TL
Vergiler Hariç: 13,86TL

Çîrokên nû yên Ismail Dindar, bi navê "Marî" di nav wesanên Avesta de çap bûn.Ji çîroka "Marî"...Marî, ligel çar zarokên xwe, di bin siya tuyê de bû. Herduyên mezin kur bûn, temenê wan deh-dwazdeh salî bû, di destên wan de darik û têlik hebûn û bi baldarî bi wan re mijûl bûn. Keçikeke porzerik ku xuya bû çar-pênc salî ye, li nav axa hewsê rûnistibû û bi tena serê xwe dileyist. Pêçeka li ber sînga Marî ku bêrawestan diya xwe dimêt, hîna pêçekeke pênc-ses mehî bû. Pêçek di nav herdu sîngên germ de, bi xewê ve diçû. Marî bi hêdîka radibû ser piyan, pêçeka di hembêza xwe de, berdida hundirê hêlekana ku bi tuya kalê wê ve hilawestîbû... Dilê min rabûbû çargavkan, lasê min dilerizî... Min xwest ez bazdim, xweha xwe hembêz bikim, min xwest ez biqîrim... Lê çokên min sikestibûn, zimanê min hatibû girêdan, çi bi serê min hatibû, min qet nedizanî. Gava ez siyar bûm, diya min, bi destê min girtibû, jinika hostes bi awirên matmayî li min dinihêrî, stûkra min di nav xwêdanê de mabû. Min ji jinika hostes re, bi serê xwe gotibû, "na" jî, lê hîna jî wê bi awirên matmayî li min dinihêrî.

Ürün Adı: Mari
Ürün Kodu: 9786055279141
Yazar: İsmail Dindar
Basım Yılı: 2012
Kapak Türü:
Sayfa Sayısı: 88
Kağıt Cinsi:
Çevirmen: