KATEGORİLER
Sepetiniz

Martine Bextewer

Martine Bextewer
  • Ürün Kodu: 9786055279103
  • Yayınevi/Marka: Avesta Yayınları
  • Yazar: Jan Dost
  • Stok Durumu: Stokta yok
FİYAT
14,63TL
Vergiler Hariç: 14,63TL

Avesta, pistî "Mijabad", "3 Gav û 3darek" û "Mîrname" vêga jî romana nû ya Jan Dost pêskês dike: Martînê Bextewer. Berhemên gistî yên edebî yên Jan Dost tev de ji nû ve tên çapkirin. Pistî çapa nû ya "Mîrname"yê 6 kitêb ê di qotiyekê de bên komkirin û bi bihayekî ji yên li ser kitêbê kêmtir bikeve bazarê. Kitêbên di setê de cî digrin, ji xeynî romana nû, tev de çapên nû ne, bi gistî jî çapên duyemîn in. Ev serkeftina edebiyat û zimanê kurdî ye, edebiyata kurdî bi firê dikeve. Di vir de rola sereke ya xwendevanê kurdî ye. Qevdek gul ji bo herkesê ku mil dide vê xebatê...Martînê Bextewer...Pirsa qedîm a dîrokî ye; mirov bi pey sirrên jiyanê dikeve, li jiyaneke bextewer digere...Ji ber ku "...devera ku mirin lê hebe, bextewerî xwe dide pas."Martîn, bi vê armancê berê xwe dide Serqê. "Serqa rûhaniyetê. Serqa ronahiyê. Serqa roj û xwesiyê. Serqa tesewwufê. Li vir çi heye Martîn? Nakokiyên dêran û keseyan? Bi sedan mîrnisîniyên ku êdî ji qijnikan xerabtir xwîna xelkê dimijin û di pehnavan de rebenan kom dikin û bi sûran hev qir dikin? Welatê dînan e ev welat. Çi li vir heye?"Martînê Bextewer, ku navê xwe daye vê kitêbê, ji Almanya radibê, li ser sopa vê pirsê ber bi welatên Rojhilat, welatên ku roj lê hiltê dikeve rê. Ji ber ku heta dilê wî nebê warê hikmeteke mezin ruhê wî xilas nabe. Ew dixwaze bigihîje kitêba "El Ifade fî Iksîr el Se'ade."Û li welatên Rojhilat, di bin ronahiya rojê de rastî heqîqetên jiyanê tê ku ew û rastiyên kitêban li hev nakin. Dawî dema ji wê "komedya mirovahiyê" a ku li xaneke Bazîdê tê temsîlkirin bi zehmetî xilas dibe, rastî Dawudê Yezdanyarê Mamzêdî tê; "sîret"ên ku Mamzêdî dide Martîn wê hemû zanîn û tecrubeyên wî berovajî bike."Martînê Bextewer", sînorên romana kurdî fireh dike...Martînê BextewerJan Dost

Ürün Adı: Martine Bextewer
Ürün Kodu: 9786055279103
Yazar: Jan Dost
Basım Yılı: 2012
Kapak Türü:
Sayfa Sayısı: 264
Kağıt Cinsi:
Çevirmen: