KATEGORİLER
Sepetiniz

Medrese Ji Her Aliyi Ve Medreseyen Me

Medrese Ji Her Aliyi Ve Medreseyen Me
  • Ürün Kodu: 9786058813045
  • Yayınevi/Marka: Lis Yayınları
  • Yazar: Mela Birhane Tarini
  • Stok Durumu: Stokta yok
0,00TL
Vergiler Hariç: 0,00TL

Medrese - Ji Her Aliyî ve Medreseyên Me, lêkolîn û lêgerîna melayê hêja yê bi xwe derçûyî medreseyên Kurdan, Mela Birhanê Tarînî, ji aliyê Wesanxaneya Lîsê ve hate wesandin.
Wekî saziyeke dêrîn a ku rehên xwe bi kûrahiyên axa Kurdistanê de berdaye, medreseyên me û hucreyên feqiyan roleke xwe ya pirr girîng di pergala perwerdehiyê ya li welatê me de her hebûye. Nivîskar Mela Birhanê Tarînî bi riya tecrubeyên feqîtî û melatiyê û çavdêriyên xwe yên di van deman de, mijara medreseyan tîne dixe rojeva me.
Medreseyên welatê me li ber jibîrbûnê ne. Pergala wan a perwerdehiyê ya bi sedan salan, li gorî bipêsveçûn û gesedanên cîhana nûjen, reng e ku mirov bibêje, riziyaye, an jî êdî ji demê re nabe bersiv. Nivîskar Tarînî, di vê berhema xwe de xwe dispêre vê tespîta xwe ya girîng û li jêr sernavên cihêreng, pistî ku behsa dîroka medreseyên me, hejmara wan, rola dîrokî ya medreseyên me ya di jiyana rojane ya Kurdan, zanista Kurdan û wêjeya Kurdî de dike, îcar raz û niyaza ku li ba gelek kesan heye, lê kêm kes behsê jê dike, eskere dike û pêsniyarên dilêrane tîne bo nûjenkirina medreseyên me, mifredeta wan, pê re jî rola wan a civakî ya li ser neteweya Kurd.
Îslam yek ji rastiyên welatê me ye û “medreseyên me yên welatparêz” divê di navenda mijara medreseyan de bin. Li ser vê bingehê, berhemeke hêja, Medrese – Ji Her Aliyî Ve Medreseyên Me, ji Mela Birhanê Tarînî.

Ürün Adı: Medrese Ji Her Aliyi Ve Medreseyen Me
Ürün Kodu: 9786058813045
Yazar: Mela Birhane Tarini
Basım Yılı: 2010
Kapak Türü: Karton Kapak
Sayfa Sayısı: 110
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Çevirmen: