KATEGORİLER
Sepetiniz

Peşengeha Suretan

Peşengeha Suretan
  • Ürün Kodu: 9786056211218
  • Yayınevi/Marka: Lis Yayınları
  • Yazar: İrfan Amida
  • Stok Durumu: Stokta yok
0,00TL
Vergiler Hariç: 0,00TL
Yekem romana helbestkar û wergêr Îrfan Amîda, Pêsangeha Sûretan, ji aliyê Wesanxaneya Lîsê ve hate wesandinPêsangeha Sûretan bi sûretên ku di ‘pêsangeh’ekê de xuya dikin bi pês de tê. Nivîskar Amîda romana xwe li ser felsefeyekê ava kiriye, ku tê de jiyan ji sûretan pêk tê û carinan mirov bi tenê di sûretekî de dialiqe. Wekî Fatîma Xanimê ya ku bi tenê di sûretê Aramê winda bûyî de aliqiye. Ku mirov li jiyana xwe vedigere, bi tenê pêrgî sûretan tê. Ku mirov bi wan sûretan sosyolojiya vê axê, dîrok û çîroka vê axê jî desîfre dike. Roman bi pêsangeha çaremîn, bi sûretên Fatîma Xanimê dest pê dike, ku li ber sikratê ye û li sûretên jiyana xwe vedigere. Sûretên ku bi 1915’an, bi tehcîra Ermeniyan dest pê dikin. Diçe tê li sûretê birîna xwe ya sêst û pênc salî dialiqe Fatîma Xanimê û nivîskar di destpêkê de dipirse: Mirov berê ji kû dera xwe dimire? Û bi pêsangeha pêsîn, bi sûretê Servên diqede û li sûretê dawî dîsa pirs dike nivîskar: Mirov berê ji kû dera xwe vedije? Bi vî awayî, roman di navbera mirin û vejînê de diçe û tê. Pêsangeha Sûretan, yekem romana Îrfan Amîdayê helbestkar û wergêr, sercemeke sûretan e, bi zimanê xwe ve ji pênûsa helbestkarekî zeyîniye. Romaneke ku bi bêhna xwe ya fireh mizgîniyê dide ku wê Îrfan Amîda bi nivîsîna romanên nû yên bedew berdewam be.

Ürün Adı: Peşengeha Suretan
Ürün Kodu: 9786056211218
Yazar: İrfan Amida
Basım Yılı: 2010
Kapak Türü: Karton Kapak
Sayfa Sayısı: 256
Kağıt Cinsi: Kitap Kağıdı
Çevirmen: