KATEGORİLER
Sepetiniz

Qalik

Qalik
  • Ürün Kodu: 9786055279660
  • Yayınevi/Marka: Avesta Yayınları
  • Yazar: Bawer Ruken
  • Stok Durumu: Stokta yok
FİYAT
14,63TL
Vergiler Hariç: 14,63TL

Yekemîn romana Bawer Rûken, "Qalik" di nav wesanên Avesta de derket. Yekem kitêba Bawer Rûken a bi navê "Dojeha Vesartî" ku ji çîrokan pêk dihat, di sala 2011an de din av wesanên Avesta de derketibû.Ji romanê..."Gava êsa evînê gihîste lûtkeya herî dawîn, êdî tu tist nayê nivîsandin ji bilî sewata dil." "Nivîs, tu him demsala bihara dil î him jî payîza tenêtiyê yî." Ligel ku awirên wî di pencereyê re li sevresiyê dinêrin jî; lê mejiyê wî hîn di nava romanê de ye. Bûyerên ku dixwest li gor fikr û hestên xwe bihûne, wî li ber dîwarên bilind bêçare dihêlin. Bûyer, di nava romanê de rêça xwe bi xwe rast dikin. Lêbelê tevî ku di destpêkê de her tist di bin qontrola Ramenîl de dimesiya, tevdigeriya û dijiya jî, pistî pênc besên ku bilez hatin nivîsîn sûn de êdî nivîskar bê vîna xwe li pey leheng û bûyerên romana xwe diçe. Her çendî ew fikra di destpêkê de wî aciz bike jî. Pasê dihêle ku ew ji vê yekê dilrehet bibe. Ji ber ku ew tenê li nivîsandinê difikire. Ew ne li rêzkirineke bi rêk û pêk a bûyeran û ne jî li hûnandina tevneke bi pevgirêdayî difikire. Jiyan romaneke bêwext e ku hemû lehengên wê bêwext tên û dikevin nava bûyeran. Dîsa bêwext derdikevin ji nava romanê. Lewma yek direve û yê din dide pey wê. Ew rewsa her û her berdewam e û wê berdewam bike jî heta ku jiyan hebe. Nivîs, tu him demsala bihara dil î him jî payîza tenêtiyê yî.Ma ne trajedî ye dayêcan xwendin û nivîsandina te tune ye. Heke ez bixwazim çend hûrikên gotinan li ber te raxînim da ku tu ji navê çendîn nas ên aîdî xwe û min hilbijêrî ma tê karibî? Na dayêcan na ez bi zimanekî wisa dinivîsim ku ne dê ne bav ne jî der û dora te tê digihîjin. Mîna kerr û lalan ez ji xwe re dinivîsim û dîsa ez ji xwe re li çepikan dixim û dilê xwe bi xwe disewitînim û di heman demê de bi xwe li ber dilê xwe didim. Û carna bi hêrseke fetisokî li ber serê gotinên xwe rûdinim yek bi yek, yek bi yek, yek bi yek mîna gulên biharê ter û teze bêyî ku dilê min bi wan bisewite dikujim. Ma ne trajedî ye dayêcan li vî bajarê Rihayê her kes di kirasekî dîtir de ku qet û qet nasibe kirasê malê de dijî. Kirasekî ku tu carî li ser rastiyê rûnane û bêguman wê tu carî jî nikaribe li ser rûne.(Tanitim Bülteninden)

Ürün Adı: Qalik
Ürün Kodu: 9786055279660
Yazar: Bawer Ruken
Basım Yılı: 2014
Kapak Türü:
Sayfa Sayısı: 224
Kağıt Cinsi:
Çevirmen: