KATEGORİLER
Sepetiniz

Stranvan

Stranvan
  • Ürün Kodu: 9786059082594
  • Yayınevi/Marka: Avesta Yayınları
  • Yazar: Celadet Ali Bedirxan
  • Stok Durumu: Stokta yok
FİYAT
13,86TL
Vergiler Hariç: 13,86TL

Çapkirina hemû berhemên Celadet Alî Bedirxan bi "Stranvan" didome.Di vê berhevoka di destê we de me kilam û stranên ku di kovara Hawar û Ronahî de çap bûne, anîn ba hev.Kilam û stranên di kitêbê de bi gistî ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve hatine berhevkirin/amadekirin. Ji bilî kilamên ku bi navên Djeladet Aalî Bedîr-Khan, Herekol Azîzan, Stranvan, Stranvanê Hawarê, Dîlokvan ku em difikirin Celadet Alî Bedirxan bi xwe ye, me cî da stranên Ehmedê Fermanê Kîkî, R. Lescot, Tawusparêz ku mahlasa Roger Lescot ye û ewên din ku bi navê "Stranvanê Jêliyan", "Kaniya Ereban", "Esîrî", "Dilistan", "Bijîskê Mîran" û "Diya Ferzo" çap bûne û helbet ê bênav jî.Me bi awayekî kronolojik pêsî cî da stranên Hawarê, dû re jî yên Ronahiyê, du stranên bi navê Heyran ku pir disibiyan hevdû, digel ku bi navên cuda û di demên cuda de di Hawarê de hatine wesandin jî me ew li dû hev danîn. Wek her carê li dawiya nivîsan çavkanî hatiye nivîsandin.Berhemên din ên folklorîk jî di Sîretbêj de kom dibin.Sînemxan Bedirxan di pêsgotina kitêbê de wiha dibêje: "Hebû nebû belê ji Xwedê mezintir nebû, Ehmed Axa Ferman bo me (ez û birayê min Cemsîd) dîrok bû. Em sagirdên wî bûn. Heftiyê sê car dihat mala me, stran û çîrokên kurdî yên folklorî ji me re digot û me hîn dikir. Em dibirin gerane û di rê de behsa Kurdistan û xelkê me dikir. Bi saya wî em dîroka xwe ya folklorî hîn bûn. Ji me re pir stran digot û behsa welatê xwe yê sîrîn dikir. Eve ji bilî dersên ko Bavo ji me re dida.Wextê ez piçûk bûm Bavo ez digehandim dibistanê, bi rê de behsa Cizîra Botan dikir. Bavo ji me re digot wextê tu mezin bûyî emê bi hev re herin Cizîra rengîn. Lê mixabin ez bi tenê çûme Cizîrê.Lewre gelek girîng e em zaroyên xwe ser dîrok û çand û jiyana me ya kurdî mezin bikin, tistên em li piçûkahiyê hîn dibin nayên jibîrkirin."(Tanitim Bülteninden)

Ürün Adı: Stranvan
Ürün Kodu: 9786059082594
Yazar: Celadet Ali Bedirxan
Basım Yılı: 2016
Kapak Türü:
Sayfa Sayısı: 128
Kağıt Cinsi:
Çevirmen: