KATEGORİLER
Sepetiniz

Zargotina Kurden Serhede

Zargotina Kurden Serhede
  • Ürün Kodu: 9786055279561
  • Yayınevi/Marka: Avesta Yayınları
  • Yazar: Mehmet Gültekin
  • Stok Durumu: Stokta yok
FİYAT
24,64TL
Vergiler Hariç: 24,64TL

"Zargotina Kurdên Serhedê - Kilam û Destanên Epîk ên Dîrokî, Mêrxasî û Serhildanan" ku ji aliyê Mehmet Gültekin ve hatiye berhevkirin û amadekirin, di nav wesanên Avestayê de derket. Dema kurdek tenê li hember çiyayekî disekine, ew bi hevdû ra bi kurdî diaxivin û distirên.Rohat Alakom, di pêsgotina ku ji bo kitêbê nivîsandiye de wiha dibêje: "Zargotina Kurdên Serhedê ji sedî zêdetir stranên dîrokî ên mêrxasiyê, mêraniyê û cengewariyê pêskêsî xwendevanan dike. Piraniya wan cara yekem derbasî ser kaxiz dibin û tên wesandin. Her stranek li ser mijarekê ava bûye, sax vedaye û bûyerekê vedibêje, pêskês dike. Her yek ji wan xweyê dîrokekê ye yan jî dîrokekê, serpêhatiyekê raberî xwendevanan dike. Mehmet ji bo ku naveroka van berheman bas bê famkirin, destpêkeke dirêj jî wek lêkolîn amade kiriye û ligel van stranan wesandiye. Di vê besê de tistine gelek balkês li ser huner û dîroka dengbêjiya kurdî cîh girtine. Wî bi jêrenot û nivîsnasiyên xwe gelek mijarên nezelal ronî kiriye, alîkarî daye xwendevanan. Ev stran, ev berhemên ku di vê pirtûka delal de cîh girtine ji bo pêsketina ziman, edebiyat û herwisa ji bo dîroka kurdî wek çavkanî dikarin roleke gelek mezin bilîzin û hin pirsên çanda kurdî ronî bikin. Min bi xwe ev pirtûka nivîskar-lêkoler Mehmet Gultekîn bi dildarî û bi hewaseke mezin xwend. Gelek tistên nû ji naveroka vê pirtûka kêrdar fêr bûm. Hêvî dikim ku xwendevanên kurd, dildarên zargotina kurdî jî wê bi kêfxwesiyeke mezin vê pirtûka kurdî bixwînin, tam û lezetekê jê werbigrin."(Tanitim Bülteninden)

Ürün Adı: Zargotina Kurden Serhede
Ürün Kodu: 9786055279561
Yazar: Mehmet Gültekin
Basım Yılı: 2013
Kapak Türü:
Sayfa Sayısı: 384
Kağıt Cinsi:
Çevirmen: